Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şara’ ji Kenala CBSê re: Aramî û Yekîtîya Sûrîyê Berjewendîyeke Cîhanî ye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > Serok El-Şara’ ji Kenala CBSê re: Aramî û Yekîtîya Sûrîyê Berjewendîyeke Cîhanî ye

Serok El-Şara’ ji Kenala CBSê re: Aramî û Yekîtîya Sûrîyê Berjewendîyeke Cîhanî ye

Hat weşandin: 2025/09/21 9:12 PM
Hat nûkirin: 2025/09/22 12:11 PM

Şam-SANA

Der barê biryara rakirina sizayên li ser Sûrîyê, Serok Ehmed El-Şara’ pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ew biryar wekî “lez, wêrek û dîrokî” bi nav kir. Her weha got ku ew wê yekê dide xuyakirin ku “divê Sûrîya ewle, aram û yekgirtî be”.

Di hevpeyivîneke bi CBSa Amerîkî re ku îro hindek jê hat weşandin, Serok El-Şara’ got: “Ne tenê Sûrîya, belkû ev yek dikeve di berjewendîya hemû welatên cîhanê de!” Wekî din jî, bang li Amerîkayê kir ku bikeve nav gotûbêja der barê “Mijar û berjewendîyên hevbeş û vegerandina pêwendîyên xurt û rasterast”.

Der barê “ku ew wekî yekî pragmatîst tê dîtin” de, Serok El-Şara’ got: “Bi tevahî, ez ne digel naveroka vê derbirînê me, ji ber ku di Erebî de heta qasekî deribîrneke nerênî jî tê dîtin, loma, ya girîng tiştê ku vêga dibe, ne tiştê ku hatiye ragihandin”.

Her weha Serok El-Şara’ got: “Me îro xelk bi rastî ji neheqîya ku ji hêla rejîma tawanbar ve li serê dihat ferzkirin, rizgar kir. Me hêvîyek da kesên penaber an jî koçberên navxweyî, da ku karibin vegerin welatê xwe. Me piştgirî da kesên ku bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin. Me şerê DAIŞê kir, Milîsên Îranî û Hizbullahê jî ji herêmê derxistin.”

Wekî din jî, Serok El-Şara’ got: “Tiştê ku me li Sûrîyeyê pêk anî, lazim e erkekî civaka navneteweyî bûya, lê wan nekarî girtîyekî azad bikin an jî dorpêça bajarekî ku xelkê wê ji birçîna dimirin, bişkînin. Her weha wan nekarî rejîmê dûrî xebitandina çekên kîmyewî bixin!”

Her weha Serok El-Şara’ got: “Loma, divê em li hember tawanbarîya xelkê wekî parêzeran ranewstin, belkû divê em ji wan bipirsin: “Çima devê we girtî bû çaxê ku ewqas tawanên diltezîn li Sûrîyeyê diqewimîn?””

Li alîyê din jî, Serok El-Şara’ tekez kir ku lazim e cîhan dîsa bi derengxistin an astengkirina rakirina sizayan û astengîyên li hemberî jinûveavakirina vî welatî, nebe hevkarê kuştina gelê Sûrîyeyê. Her weha lê zêde kir: “Heçî li dijî rakirina sizayan derkeve, dîsa şirîkê kuştina gelê Sûrîyeyê ye!”

Encumena Gel Gotûbêjên li ser Projeya Rêziknameya Xwe ya Navxweyî Berdewam Dike
Serok El-Şeri’ di Civîneke Herêmî–Ewropî de: Rageşîya Niha li ser Tevahîya Herêmê Gef e
​Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Teqîna Terorîstî ya li Şamê Şermezar Dike
Ulebî: Rakirina Qedexeya li ser Balyozxaneya Sûrî li Waşingtonê Pêngaveke Dîrokî ye di Têkilîyên Dualî de
El-Şeybanî û Fidan Tekezîyê li ser Xurtkirina Hevkarîya Sûrî-Tirkî Dikin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Aramiya û yekîtîya Sûrîyê berjewendiyeke cîhanî yeRakirina cezayanSerok El-Şara
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Serokwezîrê Swêdê ji ber Têkçûna di Hilbijartinan de  Dest Ji Kar Berdide

September 17, 2026

Ji ber Rawestana 4 Komên Hilberînê Demjimêrên Qutbûna Elektrîkê bi Awayekî Demkî Zêde Dibin

September 17, 2026

Ji Şkefta Hîrayê Heta Hicretê.. Pêşangeheke Înteraktîf Sîreta Pêxember li Zanîngeha Şamê Nîşan Dide

September 17, 2026

90 Hezar Doz.. Betalkirina Dadgeha Terorê çi Rêyan bo Vegerandina Mafan Vedike?

September 17, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?