Bexda – SANA
Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê îro vekirina dergehê sînorî yê Rebî’eyê bi Sûrîyê re, piştî temamkirina karên nûjenkirina wê, ragihand.
Rêveberê Sazîya Dergehan, Samir Dawûd, piştrast kir ku karên nûjenkirina dergehê Rebî’eyê temam bûye û ew ji bo karkirinê amade ye. Navborî dîyar kir ku ev dergeh di warê pevguhertina kelûpelan, hinardekirina neftê û derbasbûna malên Tirkî de wekî rêyekê aborî tê hesibandin; ev yek jî dahatên dewletê xurt dike û herêmê geş dike.
Li hemberî dergehê Rebî’eyê, dergehê Yerubîyê yê li Hesekê heye, ku Sazîya Sûrîyê karên sererastkirin û nûjenkirina sazî, qadan û kelûpelên wî yên lojistîk bi dawî kirine; ev yek wekî amadekarîyekê ji bo jinûvexebitandina wî û misogerkirina derbasbûneke birêkûpêk û ewle tê kirin.