Stenbol-SANA
Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Nûh Yilmaz, tekez kir ku aramîya Sûrîyê û yekîtîya axa wê pêşindeya herî giring e ji bo Tirkîyê, her weha dîyar kir ku ewlehîya her du welatan bi hev ve girêdayî ye û aştîya li Sûrîyê dê bandoreke erênî li tevahîya herêmê bike.
Berdewam kir û got ku Enqera piştgirîya hewldanên jinûavakirin û geşepêdanê li Sûrîyê dike û ji bo hevrêzîyeke herêmî dixebite da mijarên ewlehîyê yên hevpar gutûbêj bikin, û tekez kir ku hêzine derve bi piştgirîya rêxistinên terorîst dixwazin ewlehîyê têk bibin, lê gelê Sûrîyê perçekirinê red dike.
Her weha bang arasteyî Îsraîlê jî kir û daxwaza pabendîya bi qanûnên navneteweyî jê kir û tekez kir ku aramîya Sûrîyê kilîta aramîya herêmê ye.