Tertûs-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li devera Safîtayê ya li gundewarê parêzgeha Tertûsê, bi hevkarîya Şaxê Têkbirina Terorê li parêzgehê, operasyoneke ewlekarîyê ya taybet pêk anî. Di encamê de kesê bi navê Şuca’ Îbrahîm hat girtin, ku serkêşê komeke ser bi milîsên “Taramîh”ê ve ye. Ev milîs girêdayî “Fîrqa 25” bûn, ku di serdema rejîma hilweşîyayî de ji alîyê tawanbar Suheyl El-Hesen ve dihat birêvebirin.
Wezareta Navxweyî di daxuyanîyekê de îro eşkere kir ku zanyarîyên destpêkê nîşan didin ku kesê girtî di nav milîsên ku li bajarokê Xettab ê li gundewarê parêzgeha Hemayê de xwedî pileyeke fermandarîyê bûye, û wî ev postê xwe ji bo birêvebirin û hevrêzkirina çalakîyên tawanbarî li dijî niştecihên herêmê bi kar dianî.
Wezaretê destnîşan kir ku girtî ji bo temamkirina karûbarên yasayî û lêkolînên pêwîst, radestî Rêveberîya Têkbirina Terorê hat kirin, da ku piştre ji bo dadgehkirinê bişînin dadgeha pêwendîdar.