Waşington-SANA
Senatorê Komarî yê Amerîkî Joe Wilson ragihand ku Encumena Senatoran a Amerîkî îro deng da rakirina Qanûna Qeyserê ya ku di dema rejîma berê de li ser Sûrîyê hatibû sepandin.
Wilson di postekê de li ser platforma “X”ê got: “Em spasîya Encumena Senatoran dikin ji bo pejirandina hilanîna Qanûna Qeyserê wek beşek ji Qanûna Desthilatdarîya Parastina Niştimanî. Ev cezayên tund li ser rejîmekê hatibûn sepandin ku êdî nemaye, “xweşbextane, û serkeftina Sûrîyê niha bi rakirina wê bi tevahî ve girêdayî ye.”
Senator Wilson, di daxuyanîyekê de ji kanala El-Arabîya El-Hedethê re di 21ê Îlona borî de, ragihandibû ku hilanîna bitemamî ya sizayên “Qanûna Qeyserê” piştgirîya endamên her du partîyan (Komarî û Demokrat) di Kongresê de wergirtiye.
Wilson û Rêxistina Hevbendîya Sûrî-Amerîkî berê daxwaza rakirina sizayên li ser Sûrîyê kiribû, ku li gorî Qanûna Qeyserê hatibûn sepandin. Wilson di twîttekê de li ser hesabê xwe yê platforma Xê di 6ê Îlona borî de gotibû: “Divê Kongres piştgirîya Serokê Amerîkayê Donald Trump bike û hilanîna tam û berfireh a Qanûna Qeyserê bipejirîne.”