Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Ewqafa Sûrîyê Wext û Şertên Dayîna Mesrefa Heca 1447k. û 2026z. Radigihîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Ewqafa Sûrîyê Wext û Şertên Dayîna Mesrefa Heca 1447k. û 2026z. Radigihîne

Wezareta Ewqafa Sûrîyê Wext û Şertên Dayîna Mesrefa Heca 1447k. û 2026z. Radigihîne

Hat weşandin: 2026/01/03 1:05 PM
Hat nûkirin: 2026/01/03 1:05 PM

Şam – SANA

Wezareta Ewqafê rênima û şertên dawî yên tomarkirina hecîyên sala bê ya 1447k. – 2026z. derxistin, û ragihand ku derîyê dayîna mesrefan ji bo hecîyên ku di tîrûpișka hecê de hatine qebûlkirin, ji Şemîya bê ve tê vekirin.

Wezaretê wextê dayîna pereyan ji 3-22yê Kanûna Paşîn destnîşan kir, rojane ji bilî roja Înê, û da zanîn ku kesê dereng bimîne, wekî kesê ku dev jê berdaye tê hesibandin.

Mesrefa Geşta Hecê

Wezaretê mesrefa geştê li gorî asta xizmetê û cihê tomarkirinê wiha dîyar kir:

Asta Aborî: 4750 Dolarê Amerîkî ji bo hecîyên li hundir, û 4900 Dolar ji bo hecîyên li derveyî Sûrîyê xwe qeyd kirine.

Asta Baş û ya 5 Stêrk: Dayîn li gorî bernameya ku ji bo her teketul û komê hatiye ragihandin pêk tê, bi şertê ku ji bo asta 5 stêrk 5000 Dolarê Amerîkî li bankên pejirandî û ya mayî jî ji serokê komê re were dayîn.

Wezaretê da xuyakirin ku ev mesref “cihê mayînê, xwarin û vexwarin, veguhestina navxweyî, balafir û xizmetên îdarî li xwe digire; lê nirxê qurbanîyê (Hedî), odeyên taybet û mesrefên çûna balafirgehê jê cuda ne.

Rêkarên Dayînê û Kaxezên Pêwîst

Wezaretê mekanîzma dayînê bi çar gavan destnîşan kir: Hilbijartina komeke pejirandî, îmzekirina girêbestê bi destê xwe, piştre dayîn mesrefê li cihên pejirandî (Banka El-Bereke, “Şam Kaş”, an Banka Navendî li Dêrazorê). Lê li derveyî Sûrîyê, dayîn û hilbijartina komê li nivîsgehên Rêveberîya Hecê bi xwe pêk tê.

Belgeyên ku di dema dayînê de tên xwestin (ji bo kesên ku radest nekirine) ev in: Bawernameya tenduristîyê, pasaport (ku heta 1/12/2026an derbasdar be), wêneyekî şexsî, kopîya girêbestê, îsbatkirina mirovatîyê ji bo mehreman, û wêneyê îqameyê ji bo kesên li Tirkîyê rûdinên.

Agahîyên Girîng

Wezaretê amaje bi nirxê qurbanîyê (hedî) kir ku li ser hecîyan ferz e (çi Qarin çi Mutemeti’ be) ku divê bi rêya “Rêça Elektronîkî ya Siûdî” were dayîn, ku ew jî 192 Dolarê Amerîkî ye (ku dike 720 Rîyalê Siûdî).

Sefer jî tenê di rêya balafirgeha (Şam, Heleb, Stenbol, Gazî Entab, Qahîre)yê re û di çarçoveya geştên komî de pêk tê û sefera takekesî qedexe ye.

Kesê ku ji ber şert û mercên dijwar xwe vekişîne, daxwaza kesê herî bi temen tê qebûlkirin, û ew mesrefên ku pêşwext hatine dayîn nayên vegerandin, tevî ku pereyê mayî (heke hebe) piştî bidawîbûna demsala Hecê tê vegerandin.

Wezaretê bang li hecîyan kir ku pabendî wext û rênimayan bin, û beşdarî civînên îdarî û şer’î bibin yên ku ji alîyê serokên koman ve tên birêxistin.

Rêveberîyê tîrûpișka Hecê ya demsala 1447k. – 2026z. di 24ê Kanûna Pêşîn a borî de li Pirtûkxaneya Niştimanî a Şamê li dar xistibû.

Du Ciwan di Encama Teqîna Mînekê de li Nêzî Balafirgeha El-Nasirîyê li Gundewarê Şamê Hatin Kuştin
​El-Şeybanî: Sûrîye Sibe ji bo Rizgarbûna ji Mîrasa Çekên Kîmyewî Dest bi Qonaxeke Nû Dike
​Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê: Roja Sêşemê bi boneya Sersala Koçî Bêhnvedan e
Kompanya Petrolê ya Sûrîyê: Dabînkirina Gaza Malan Seqamgîr e û Kar ji bo Zêdekirina Berheman Tê kirin
Gotûbêj der barê Xurtkirina Hevkarîya Sûrî-Japonî di Warê Birêvebirina Rewşên Hawarguzarî û Karesatan de
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Hecîyên QebûlkirîWezareta Ewqafa Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Duyemîn Civîna Hikûmetê di navbera Sûrîyê û Misrê de li Şamê Hat Lidarxistin

September 16, 2026

Sûrîye Hewldana Hûsîyan ya Armanckirina Bajarê Mekeyê Şermezar Dike

September 16, 2026

Wezareta Karûbarên Civakî û Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Çalakirina Rola Revenda Sûrî Gotûbêj Dikin

September 16, 2026

Sûrî Peymana Çarçoveya Programa Welatî bi Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî re Îmze Dike

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?