Şam-SANA
Der barê biryara rakirina sizayên li ser Sûrîyê, Serok Ehmed El-Şara’ pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û ew biryar wekî “lez, wêrek û dîrokî” bi nav kir. Her weha got ku ew wê yekê dide xuyakirin ku “divê Sûrîya ewle, aram û yekgirtî be”.
Di hevpeyivîneke bi CBSa Amerîkî re ku îro hindek jê hat weşandin, Serok El-Şara’ got: “Ne tenê Sûrîya, belkû ev yek dikeve di berjewendîya hemû welatên cîhanê de!” Wekî din jî, bang li Amerîkayê kir ku bikeve nav gotûbêja der barê “Mijar û berjewendîyên hevbeş û vegerandina pêwendîyên xurt û rasterast”.
Der barê “ku ew wekî yekî pragmatîst tê dîtin” de, Serok El-Şara’ got: “Bi tevahî, ez ne digel naveroka vê derbirînê me, ji ber ku di Erebî de heta qasekî deribîrneke nerênî jî tê dîtin, loma, ya girîng tiştê ku vêga dibe, ne tiştê ku hatiye ragihandin”.
Her weha Serok El-Şara’ got: “Me îro xelk bi rastî ji neheqîya ku ji hêla rejîma tawanbar ve li serê dihat ferzkirin, rizgar kir. Me hêvîyek da kesên penaber an jî koçberên navxweyî, da ku karibin vegerin welatê xwe. Me piştgirî da kesên ku bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin. Me şerê DAIŞê kir, Milîsên Îranî û Hizbullahê jî ji herêmê derxistin.”
Wekî din jî, Serok El-Şara’ got: “Tiştê ku me li Sûrîyeyê pêk anî, lazim e erkekî civaka navneteweyî bûya, lê wan nekarî girtîyekî azad bikin an jî dorpêça bajarekî ku xelkê wê ji birçîna dimirin, bişkînin. Her weha wan nekarî rejîmê dûrî xebitandina çekên kîmyewî bixin!”
Her weha Serok El-Şara’ got: “Loma, divê em li hember tawanbarîya xelkê wekî parêzeran ranewstin, belkû divê em ji wan bipirsin: “Çima devê we girtî bû çaxê ku ewqas tawanên diltezîn li Sûrîyeyê diqewimîn?””
Li alîyê din jî, Serok El-Şara’ tekez kir ku lazim e cîhan dîsa bi derengxistin an astengkirina rakirina sizayan û astengîyên li hemberî jinûveavakirina vî welatî, nebe hevkarê kuştina gelê Sûrîyeyê. Her weha lê zêde kir: “Heçî li dijî rakirina sizayan derkeve, dîsa şirîkê kuştina gelê Sûrîyeyê ye!”