Waşington – SANA
Di dîmenekî de ku wateya îsrarê berçav dike, Amerîkîyê bi navê George Strausman, yê ku 102 salî ye, karê xwe yê rojane ligel beşdarîya di çalakîyên perwerdehî û hunerî de didomîne, da ku tevî kalbûna xwe wekî nimûneyeke awarte ji bo jîndarîyê pêşkêş bike.
Kovara “People” dîyar kir ku Strausman karê malbatî û hezkirina xwe ya ji bo xezef û helbestê digihîne hev; navborî bi rêya vîdyoyên ku nevîya wî dikişandin, bûye stêrkekî bi bandor li ser “TikTok”ê, ku bi mîlyonan caran hatine dîtin wekî nirxandinekê ji bo jîndarî û çalakkirina wî ya berdewam tevî temenê wî yê mezin.
Ev nimûneya awarte nîşan dide ku temen li pêşîya berdewamîya kar û fêrbûna şîyanên nû nabe asteng, belkî dikare bibe handerek ji bo parastina çalakbûn û jîndarîyê, û beşdarîya di jîyanê de bi awayekî erênî.