Otawa – SANA
Di bûyereke balkêş de ku careke din bal kişand ser çîrokên wan pirtûkên ku bi dehên salan ji refên pirtûkxaneyan dûr dikevin, pirtûkek piştî derengmayîneke nêzîkî 43 salan ji dema xwe ya vegerandinê, vegerîya pirtûkxaneyeke giştî ya li parêzgeha Kolumbîyaya Brîtanî ya Kanadayê.
Ajansa “United Press International”ê (UPI) dîyar kir ku pirtûk ji bo pirtûkxaneyeke devera Vîktorîyaya Mezin hate vegerandin; piştî ku dema vegerandina wê ya destnîşankirî di yekê Îlona sala 1983yan de bû.
Li gorî raporê, pirtûk romana «Ceng û Bîranîn»ê ya nivîskarê Amerîkî Herman Wouk e. Her wiha pirtûk bê nîşana barkodê gihîştiye pirtûkxaneyê, ku ev çende jî bûye sedema piştrastbûna ji zanyarî û dîroka birina wê.