Pekîn-SANA
Kompanyeke Çînî modeleke nû ya zîrekîya destkird pêş xist, ku armanca wê xurtkirina şîyanên robotan ji bo fêrbûna bilez û girtina biryaran e. Ev yek rê dide wan ku kirdarên aloz bi karîgerîyeke mezintir di jîngehên ketwarî de bi cih bînin.
Kanala “Nauka TV” ya Rûsî duh Sêşemê ji zarê kompanya “Robiyant” a pispora di warê teknolojîyê de veguhast ku wê bi hevkarîya lêkolînerên xwe modela “LingBot-VA 2.0” pêş xistiye. Her wiha zelal kir ku ev model bi taybetî ji bo xebitandina robotan di cîhana fîzîkî de hatiye sêwirandin, ne bi piştgirêdana li ser modelên hilberandina vîdyoyên dîjîtal.
Kompanyê dîyar kir ku ev model dikare tenê bi rêya nêzîkî 20 nimayişên dîtbarî fêrî kirdarên nû bibe, û bi leza bersivdanê ku di çirkeyekê de digihîje 150 caran tê naskirin, ku ev yek fersendê dide robotan ku karên xwe bi awayekî herî karîger bi cih bînin.
Kompanyê li gotina xwe zêde kir û got: Ev model rênimayên devkî vediguherîne liv û tevgerên hûr, û yekîneyên pispor ên ku ji bo her karekî pêwîst in dixe gerê, tevî şîyana pêşbînîkirina encaman û pêkanîna kirdaran di heman demê de. Ev yek performansa robotan di karên wekî amadekirina xwarinê, rêzkirina pakêtan û qatkirina kincan de xurt dike.