Helsînkî-SANA
Fînland, piştî zêdetirî 140 salên bikaranîna xizmeta berdewam a telefona erdî, digel encamdana pêwendîya dawî bi rêya wê, berî rawestandina xebitandina wê bi temamî, di pêngavekê de ku veguherîna dîjîtal a berfireh ku welat tê re derbas dibe nîşan dide, xatirê xwe yê dawî jê dixwaze.
Malpera Euronewsê duh Sêşemê li ser zarê xizmeta weşana fermî ya Fînlandî ragihand ku kompanya “Elisa”yê, dabînkerê dawî yê xizmetguzarîyên xetên sabit, dê torê ji bo hemû bikarhênerên takekes û kompanyan bisekinîne, piştî ku her du “Telia” di sala 2019an de û “DNA” di destpêka îsal de berî wê ev gav avêtibûn.