Washington-SANA
Kompanîya Amazonê ragihand ku wê 16 hezar karmendên xwe yên di sektora îdarî de li seranserê cîhanê ji kar derxistine. Ev gav bi armanca kêmkirina burokrasîyê û peydakirina çavkanîyên darayî hat avêtin, da ku piştgirîya planên xerckirina mezin li ser teknolojîyên Zîrekîya Destkird (AI) were kirin.
Beth Galetti, Cîgira Yekem a Serokê Kompanîyê ji bo Karûbarên Karmendan û Teknolojîyê, diyar kir ku tîmên di nav kompanîyê de dê nirxandina astên berpirsîyarîyê, û lezkirina encamdanê û şiyana afrênerîyê ji bo xizmeta xerîdarên xwe bidomînin. Her wiha tekez kir ku dê guhertinên pêwîst werin kirin, da ku li gorî guhertinên bilez ên di jîngeha kar a cîhanî de bin.
Ev kêmkirinên di hejmara karmendan de ji dawîya cotmeha borî ve dihatin pêşbînkirin, piştî pêlên berê yên ji karderxistinê ku 14 hezar karmendên îdarî li xwe girtibûn. Her wiha, nêzîkî 30 hezar kursîyên kar di navbera dawîya sala 2022 û destpêka 2023yan de hatibûn betalkirin, wekî beşekî ji hewildanên kêmkirina lêçûnan piştî kirîza Koronayê.