London – SANA
Lêkolîneke nû ku ji alîyê lêkolînerên “Imperial College London” û “University College London” ve hat encamdan, nîşan dide ku pêwendîyeke xurt di navbera cigarekêşanê û bilindbûna asta hestê tenêbûn û dûrketina ji civakê heye, ku cigarekêş hestekî kûrtir ê tenêbûnê nîşan didin, dema bi cigarenekêșan re tên hevrûkirin.
Lêkolîna ku ji alîyê malpera zanistî “Medical Xpress” ve hat belavkirin, xwe spartibû analîzkirina daneyên zêdetirî 50 hezar kesî li 15 welatên Ewropî, di çarçoveya Rapirsîna Tenduristî, Pîrî û Xanenişînîyê de, ku pîvana Zanîngeha California ji bo nirxandina tunebûna hevalan û pêwendîyên civakî li bal mirovan bi kar anîye, bi mebesta vekolîna vê dîyardeyê dûrî cihêrengîyên çandî û civakî yên di navbera welatan de.
Lêkolîneran dîyar kir ku pêkan e pêwendîya di navbera cigarekêşanê û hestê tenêbûnê de, ji her du alîyan ve be; wate, dibe ku hestê tenêbûnê bihêle ku hin kes cigareyê bikêşin, di demekê de ku nexweşîyên ji ber kêşana cigareyê dikarin bibin sedema zêdebûna dûrketina nexweşn ji civakê.
Dr. Keir Philip, amadekarê lêkolînê, bal kişand ser wê yekê ku encam tekez dikin ku bandorên cigarekêşanê ji zirarên tenduristî yên rasterast berfirehtir dibin û dibin egera derketina nexweşîyên derûnî û civakî. Di heman demê de tekez kir ku dîyarkirina sedem û xwezaya vê pêwendîyê bi awayekî hûrbîn, hîn jî hewceyî lêkolînên zêdetir e.