Waşington-SANA
Platforma “X”ê komeke nû ya alavên taybet bi çêkirin û sererastkirina vîdyoyan di hundirê sepanê de da destpêkirin, bi armanca piştgirîkirina hilberandina naveroka resen, xurtkirina parastina mafên çêkerên naverokê û sînordarkirina jinûvebelavkirina vîdyoyên jibergirtî (kopîkirî).
Malpera “TechCrunch”ê, ya pispor di nûçeyên teknolojîyê de duh Çarşemê dîyar kir ku platformê dest bi belavkirina alavên nû ji bo bikarhênerên sepana “X”ê li ser iPhone-ê kiriye.
Ev alav edîtorekî navbicih ê vîdyoyê, tomarokeke nû, taybetmendîya wergerandina otomatîk bi çend zimanan û alava “Green Screen” ji bo guhertina pașxaneyan (background) li xwe digirin, ligel amûrên birrîn û sererastkirina vîdyoyan rasterast di hundirê sepanê de.