Waşington – SANA
Lekolînerine Zanîngeha devera Georgia ya Amerîkî dermanek li dijî vîrusan pêş xistine ku rojê carekê bi rêya dev re tê stendin. Vî dermanî encamên hêvîbexş di şerê li dijî vîrusên “Orthoparamyxo” de nîşan daye, di nav wan de sorik û hin vîrusên hempayî girîpa mirovî.
Encamên vê lêkolînê di kovara Science Advances de hatine weşandin, ku bal kişandiye ser bandorek bilind û karîneke ragirtinê ya baş, ligel destûrdayîna bikaranîna wê ji bo zarokan û beşên herî zêde yên di bin metirsîyê de ne.
Dermanê nû, koda GHP-88309 hildigre, ketiye bin ezmûnên taqîgehan, tecrubeyên li ser modelên ajalan û tevnên rêça hewaya mirovan jî, û şîyana xwe ya kêmkirina çalakîya vîrusê nîşan daye.
Ev pêşveçûn di demekê de tê ku xetera van vîrusan zêde dibe, piştî ku belavbûna wan ji nû ve li herêmên Amerîkayê, Kanada û Meksîkayê hatiye tespîtkirin.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Dijî-Vîrusan, Richard Plemper, tekez kir ku armanca sereke dabînkirina hewcedarîyên beşên ji alîyê tenduristîyê ve herî lawaz e, û destnîşan kir ku derman xwedan sînorên ewlehîyê yên berfireh û bandoreke berçav e.