Sêûl-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû li Koreya Başûr têkilîyek di navbera bakterîyeke devî ya berbelav (ku dibe sedema kurmîbûna diranan) û nexweşîya Parkinsonê ya demarî de dît. Ev vedîtin asoyên nû li ber têgihîştina faktorên mîkrobî yên ku bandorê li tenduristîya mêjî dikin, vedike.
Profesor Ara Koh, ku yek ji beşdarên vê lêkolînê ye, destnîşan kir ku ev vedîtin dibe ku rê li ber stratejîyên nû yên dermankirinê ji bo nexweşîya Parkinsonê veke, ku xwe dispêrin armancgirtina mîkrobên dev an jî kontrolkirina bandora wan di nav rovîyan de.
Nexweşîya Parkinsonê nexweşîyeke demarî û livok a dirêjdem e. Nîşaneyên wê yên herî girîng lerizîn, reqbûna masûlkeyan û giranbûna tevgerê ne. Ev nexweşî li seranserê cîhanê bandorê li nêzîkî %1 heta %2yê kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ye dike.