Washington-SANA
Govarê “Wired” ya Amerîkî ya pispor di karûbarên bazirganî, karsazî û teknolojîyê de, derbarê dizîyeke mezin bi rêya înternetê de ji bo 149 mîlyon şîfreyên platformên wekî Google, Facebook û Instagramê eşkere kir.
Govarê zelal kir ku danegereke (database) mezin ku 149 mîlyon navên bikarhêneran û şîfreyan tê de bûn hat jêbirin, di nav de 48 mîlyon navên bikarhêneran ji bo hesabên “Gmail”ê, piştî ku lêkolînerekî derbarê rûdana hakerandineke mezin de agahdarî da.
Her weha raporên berê dîyar kiribûn ku hakeran daneyên nêzîkî 17.5 mîlyon bikarhênerên Instagramê dizîne, ev yek jî berî ku bikarhêner dest bi wergirtina agahdarîyên komî ji bo guhertina şîfreyan bikin.