Waşington-SANA
Tîmeke navdewletî ya lêgerînê daxuyand ku wan bermayîyên balafireke rêwîyan a Kompanya “Pan American”ê dîtine, ku sala 1952an li Okyanûsa Atlantîkê nêzîkî Porto Rîkoyê ketibû xwarê. Vê vedîtinê dawî li razeke ku 74 salan dom kiribû, anî.
Tora “CNN”ê da zanîn ku tîmê balafira “Pan Am Douglas Clipper Endeavor”ê piştî zêdetirî 70 salan ji ketina wê li ber peravên Porto Rîkoyê dîtiye, ku ew geşt ber bi New Yorkê ve diçû. Her wiha hat destnîşankirin ku wêneyên bi kalîteya bilind nîşan didin ku logoya kompanyê û navê balafirê hîn bi awayekî zelal li ser kavilên balafirê dîyar in.
Balafira behskirî ji Porto Rîko ber bi New Yorkê ve firiyabû, lê piştî çend xulekan herdu motorên wê rawestiyan û ket nava deryayê, û tenê di sê xulekn de binav bû.
Di encama wê qezayê de, 52 kesan jîyana xwe ji dest dabû û 12 rêwî tevî 5 endamên tîma balafirê rizgar bûbûn.