New Delhi – SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû destnîşan kir ku tovên zebeş, ji ber proteîn, rûnên tendurist û madenên bingehîn wek magnezyûm, zînk û hesinê ku tê de heyî, xwedî nirxekî xwarinî ya bilind e.
Her wiha, lêkolînerên ji du zanîngehên Hindistanê piştrast kirin ku pêkhateyên biolojîkî yên çalak, wek flavonoîd û karotenoîd yên di van tovan de hene, xwedî taybetmendîyên dijoksîdanî ne û piştgirîya tenduristîya giştî dikin.
Encamên lêkolînê dîyar kirin ku tovên zebeş yên ku pir caran wek bermayîyên çandinîyê têne hesibandin, dikarin ji nû ve wek çavkanîyeke xurekî ya domdar bên bikaranîn.
Ev yek têgehên aborîya dorhêlî xurt dike û windakirina xurekî kêm dike, digel ku dikare di pêşxistina berhemên xwarinî û temamkerên xurekî yên bi nirxê zêde de were bikaranîn.