Wașington-SANA
Şîrketa Google ragihand ku wê dest bi vekirina hesabên nû yên zarokan li ser platforma YouTube, ku di bin çavdêrîya dê û bav de bin, li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka û Tirkîyê kiriye. Armanc ji van hesaban xurtkirina ewlehîya dîjîtal û peydakirina ezmûneke temaşekirinê ya guncawtir ji bo temen-biçûkan, ew jî di nav qonaxeke veguhestinê, di navbera sepana “YouTube Kids” û hesabên asayî de, dê pêk were.
Ev hesab sê astên cuda ji hêla naverokê ve peyda dikin, rê li ber dê û bavan vedike ezmûna bikaranînê li gorî temenê zarokê were sazkirin, tevî karîna guhertina hêdî hêdî ya eyarên wê. Her wiha amûrên çavdêrîyê dikarin vêxistina otomatîkî rawestîne, komêntan û çêkirina vîdyoyan qedexe bike , û reklamên taybet sînordar bike.
YouTube dupat kir ku ev gav di rêya komkirina çavdêrîya dê û bav û naveroka perwerdeyî, di çarçoveya polîtîkaya wê ya ji bo xurtkirina parastina dîjîtal ligel zarok û ciwanan, pêk tê. Ji xwe Sepana “YouTube Kids” jî dê wekî vebijarkeke herî sînordar ji bo zarokên herî biçûk bimîne.