Waşington-SANA
Lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî ya Frontiers in Nutrition de hatiye weşandin, dîyar kir ku vexwarina avê dema şiyarbûnê, (piştî nêzîkî 12 saetan), performansa karê mejî baştir dike, û baldarî, hizr û bîr û karîgerîya xebitîna demaran xurtir dike.
Lêkolîneke din a Enstîtuya Niştimanî ya Tenduristîyê ya Amerîkî destnîşan kir ku tîbûna sivik baldarîya mirov kêm dike û bandoreke neyînî li bîrdanka wî ya nêzîk dike, lê vexwarina avê alîkarîyê dike ku ev fonksîyon baştir bibin. Her weha vekolîneke zanistî ya du zanîngehên Awistralyayê di kovara Physiology & Behavior de tekez kir ku kêmbûna ava laş bandorê li derûnîya mirov dike, lê laşê têrav dihêle mejî çalak be û laş neweste.
Lêkolîner girîngîyê didin vexwarina avê di saetên sibehê de, ji bo şaneyên mejî baş kar bikin, û lêkolînên derbarê dema vexwarina avê û pileya germîya wê, hîn jî berdewam in.