Şam – SANA
Îro Yekşemê jî bandora dirêjbûna bilindefișara keşûhewayê li ser Sûrîyê berdewam dike û pileyên germahîyê li piranîya navçeyan bi qasî 3 heta 5 pileyên germê ji navînîya xwe ya salane bilindtir dibin.
Rewşa seqayê bi roj
Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê eşkere kir ku keşûhewa bi roj bi giştî payîzî û germ dibe û esman di navbera sayî û nîvewrî de dimîne; her wiha egereke lawaz heye ku di demjimêrên êvarê de li beşên bakur ên herêma peravê baraneke sivik a herêmî bibare.
Rewşa seqayê bi şev
Bi şev jî keşûhewa bi giştî heta radeyekê sar dimîne û li bilindahîyên çîyayî jî sar e. Her wiha hişyarî tê dayîn ku di demjimrên serê sibehê de li navçeyên çîyayî yên bilind qeşa bikeve û li navçeyên navîn, bakur û Cizîrê jî mij çêbibe.
Ba û derya
Ba ji alîyê rojava û başûrê rojava ve tê, leza wî di navbera sivik û navîn de ye û pêlên deryayê sivik in.
| Şam | 7/25 |
| Gundewarê Șamê | 2/19 |
| Quneytra | 6/24 |
| Deraa | 9/24 |
| Siwêda | 13/25 |
| Homs | 9/22 |
| Hama | 10/23 |
| Laziqiyê | 15/25 |
| Tertûs | 13/24 |
| Heleb | 9/20 |
| Idlib | 11/22 |
| Dêrazorê | 8/23 |
| Reqqa | 9/22 |
| Hesekê | 10/20 |