Berlîn û Bern-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan da ku xewa kurt a piştî nîvro ku ji 45 xulekan derbas nabe, dikare ji bo xurtkirina şîyana fêrbûnê û baştirkirina amadebaşîya mejî ji bo wergirtina agahîyên nû bibe alîkar, bi rêya tiştê ku lêkolîneran wekî proseya “jinûve kontrolkirinê” bi nav kiriye.
Lêkolîneran dîyar kir ku xewa kurt a di nava rojê de alîkarîya vegerandina nermbûna girêdanên demarî dike ku bi komkirina agahîyan re tên xurtkirin, ev yek jî şîyana mejî ya têgihiştin û hûrbûnê vedigerîne.
Xew yek ji stûnên bingehîn ên parastina tenduristîya laşî û derûnî ye, ji ber ku lêkolînên zanistî yên berê tekez dikin ku têkçûna xewê bi paşketina performansa zanînê û zêdebûna metirsîyên tûşbûna bi hejmarek nexweşîyên demdirêj ve girêdayî ye.