Mosko-SANA
Lêkolînerên ji Enstîtuya Çalakîya Demarî ya Bilind û Neurofîzyolojîyê ya ser bi Akademîya Zanistan a Rûsyayê ve, bi hevkarîya ligel Navenda Niştimanî ya Lêkolînên Bijîşkî ya Neştergerîya Demaran a Burdenko û Zanîngeha Dewletê ya Moskoyê ya Lomonosov, rêbazên nûjen ên destnîşankirin û dermankirina girêka glîoma ku yek ji girêkên mêjî yên herî belav û xeternak e, pêş xistin.
Malpera “Russia Today” duh Sêşemê dîyar kir ku lêkolîner di pêşxistina rêbazeke destnîşankirinê de bi ser ketine, ku xwe dispêre Tomografîya bi rêya Sînyalên Pozîtronî (PET) û Tomografîya Kompûterî (CT) bi rêya bikaranîna berhemeke dermankî yê tîrêjdar ê nû.
Ev berhema nû xwe dispêre gerdekên (molekulên) aptamer ên tîrêjdar, ku bi şîyana xwe ya gihîştina girêkê û kombûna di hundirê wê de bi hûrbînîyeke bilind têne naskirin, ku ev yek di dîyarkirina wê ya bi zelalî de di dema pişkinînên destnîşankirinê de dibe alîkar.