Tokyo – SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû ya bi navê “Lêkolîna Nirxandina Japonî ya Zanistîya Pîrbûnê” (JAGES) nîşan da ku şopandina şêwazekî jîyanê yê tendurist û kirina hobî û çalakîyên hişî, civakî û laşî bi awayekî birêkûpêk, rîska tûşbûna bi nexweşîya jibîrkirinê (Alzheimerê) kêm dikin.
Lêkolîna ku di kovara «Journal of Psychosomatic Research» de û ji alîyê zanîngehên Tokyo û Chibayê ve hatiye weşandin, zêdetirî 22 hezar kes li xwe girtine ku bo dema 11 salan hatine şopandin, û komîteya «Lancet»ê jî 40%î rewşan bi faktorên guherbar ve girê daye, mîna qelewî û kişandina titûnê.
Encaman piştrast kir ku kirina hobîyekê bi awayekî birêkûpêk di nîveka temen de rîska tûşbûna bi Alzheimerê bi rêjeya sedî 19 kêm dike, di heman demê de rêjeya parastinê digihîje 23%an dema ku mirov çend hobîyan bike, ji ber ku ev yek yedeka fêmkirinê ya mjjî bi hêz dike.