Waşington-SANA
Kompanya “OpenAI”yê amraza “Translate”ê di nav platforma “ChatGPT”yê de da destpêkirin, bi armanca pêşxistina ezmûna wergerê û pêşkêşkirina vebijarkên cihêreng ji bo bikarhêneran.
Li gorî malpera “Android Authority”, amraza “Translate”ê derfetê dide wergerandina nivîsan û dîyarkirina sîyaqê wan (herikbar, fermî, yan sade), ligel vebijarka derbasbûna bo “ChatGPT”yê ji bo pêkanîna guhertinên pêşkeftî.
Amraza “Translate”ê sêwirandineke mîna “Google Translate”ê bi kar tîne ku ji du sindoqên ji bo nivîsa wergerandî û ya tê wergerandin pêk tê, ligel taybetmendîya naskirina otomatîk a zimanî.
Kompanyê tekez kir ku şîyana amrazê heye ku nivîsan ji wêneyan derxîne (dê di paşerojê de were çalakkirin), û niha tenê bi rêya malperê (web) berdest e û hêj negihîştîye sepana telefonan.
Ev weşandina nû di çarçoveya arasteya “OpenAI”yê de tê ji bo derxistina guhertoyên taybet ji modelên xwe, piştî ku vê dawîyê guhertoya “ChatGPT Health”ê da destpêkirin.