London – SANA
Serkêşekî Brîtanî piştî rêwîtîyeke 28 salan a bi peyatî ya li dora cîhanê, gihîşt bakurê Fransayê.
Lê niha rûbirûyî astengîyeke dawî bûye ku rê nade rêwîtîya xwe kuta bike û vegere mala xwe ya li bakurê Îngilistanê.
Rojnameya “Ouest-France” ya Fransî duh Yekşemê da zanîn ku Karl Bushby (57 salî), rêwîtîya xwe di sala 1998an de ji Amerîkaya Başûr daye destpêkirin.
Bushby soz dabû ku tu wesayît an amûreke veguhastinê bi kar neyîne û heta ku negihîje mala xwe ya li nêzîkî bajarê Hullê tenê bi peyatî biçe; wî di vê maweyê de nêzîkî 50 hezar kîlometre rê qut kiriye.
Bushby hêvî dike ku erêkirineke fermî wergire da ku tunela xizmetê ya di nava “Tunela Manşê” de ji bo derbaskirina qenalê bi kar bîne, lê wekî ku dixuye rayedar vê daxwaza wî red dikin.
Ji ber vê yekê dibe ku navborî neçar bimîne bi avjenîyê deryayê derbas bike, lê ev vebijêrk ne bi dilê wî ye; wî her wiha bi bîr xist ku berê jî ji bo derbaskirina Deryaya Qezwînê 30 rojan melevanî kiribû.
Rêwîtîya Bushby ya ku parzemînên Amerîkaya Başûr, Amerîkaya Bakur, Asya û Ewropayê li xwe digire, ji ber arîşeyên vîzeyê û şewba COVID-19ê çend caran rawestîyabû; vê yekê jî nêzîkî 14 salên din li dema rêwîtîya wî zêde kir.
Bushby da zanîn ku heke rêyekê ji bo derbaskirina qenalê û gihîştina Brîtanyayê nebîne, dibe ku neçar bimîne li Fransayê bi cih bibe û bi vî rengî dawî li rêwîtîya xwe ya ku berî nêzîkî 30 salan dabû destpêkirin bîne.