Bern-SANA
Lêkolîneran madeyeke gelatînî ya nûjen bi navê “Hîdrojel” pêş xistine ku dikare çav li pêkhateya hundirîn a hestîyan bike. Ev madeya nû dikare di dîtina rêbazên nû ji bo dermankirina şikestinan û başbûna wan bi awayekî xwezayî bibe alîkar.
Ev made ji %97 av û %3 polîmerê bîyolojîk ê bi laş re lihevhatî pêk tê. Ev made bi rêya çapa lazerî dikare bê teşedan da ku heykelên hûr mîna “trabekulên” hundirîn ên hestîyan çêbike.
Lêkolîner dibînin ku ev teknolojî dikare rê li ber çêkirina “çandinên bîyolojîk” veke ku bi şaneyên laş re bi temamî li hev dikin. Ev yek dibe sedema başbûneke aram û asoyên nû ji bo dermankirina xwezayî ya şikestinan di warê neştergerîya hestîyan de amade dike.