Mosko-SANA
Zanayên şûnwarnas ên Rûs gencîneyek dîtin ku bi dehan dirhemên zîv ên Îslamî tê de ne. Dîroka wan vedigere sedsalên 8 û 9an ên zayînî. Ev vedîtin ronahîyê dide ser têkilîyên bazirganî yên seretayî di navbera cîhana Îslamî û bakurê Ewropayê de.
Malpera “Lenta Novosti Kaliningrada” ya Rûsî pêr li ser zarê Enstîtuya Şûnwarnasîyê ya ser bi Akademîya Zanistî ya Rûsyayê ragihand ku şandeyeke şûnwarnasîyê ev gencîne li herêma Kaliningradê li peravên deryaya Baltîkê dîtiye.
Gencîne ji 59 dirhemên zîv pêk tê. 29 parçe temam in û 30 jî parçekirî ne. Piranîya wan vedigerin serdema Xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd.
Malperê ji ser zarê Serokê Şandeya Şûnwarnasîyê Edwin Salzman, got: “Gihîştina zîvê ku ji Rojhilat dihat, bandoreke mezin li ser geşbûna aborîya herêmê di wê serdemê de kir.”