Waşington-SANA
Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa “Tesla”yê Elon Musk, guhertoya nû ya wesayîta Tesla Roadster eşkere kir û tekez kir ku ew xwe dispêre teknolojîya zexta hewayê; ev yek jî, rê dide wê ku tevgereke neasayî pêk bîne.
Li gor wî, ew dikare di hewayê de xwe biqevêze û lezbûna heta 60 mîlî ya saetekê, di nava kêmtirî çirkeyekê de pêk bîne.
Tora “CNN”ê ya Amerîkî da zanîn ku wesayît di dema pêşandanê de hilkişîyaye quntareke tûj û sernişîv daleqandî maye, berî ku di nav hewayê bifire û tevgereke akrobatîk pêk bîne, paşê jî bi pergalekê ku ji deh borîyan û depoyên hewayê yên zextbilind pêk tê, daketiye xwarê.
Li gor Musk, teknolojîya nû, berhema nêrîna hevbeş a di navbera Tesla û Şirketa Lêkolînên Fezayê ya “SpaceX” de ye, û tê çaverêkirin ku di sala 2028an de bikeve qonaxa hilberînê.