New Delhi-SANA
Lêkolîneke zanistî ku ji alîyê pisporên çerm ve li nexweşxaneyên “Wockhardt” li Hindistanê bi serpereştîya Dr. Shraddha Deshpande hat encamdan, hişyarî da ku bikaranîna zêde ya telefona destan dikare bibe sedema derketina pizrikan li ser rû.
Malpera “Only My Health” ya bijîşkî ji ser zimanê Dr. Deshpande, şêwirmenda neştergerîya plastîk û nûjenkirinê li nexweşxaneyên Wockhardt veguhest û piştrast kir ku lêkdana berdewam a di navbera telefon û çerm de, bakterî, rûn û qirêjîyan veduguhêze, ku ev jî dibe sedema girtina şaneyên çerm û xurîna çerm.
Pisporên çerm tekez dikin ku agahdarbûna li ser awayê bikaranîna telefona destan (mobîl) û girtina tedbîrên xweparastinê yên hêsan, gaveke girîng e ji bo parastina tendurisîya çerm.