Bruksel-SANA
Wezîrê Jîngehê yê Çînê Huang Runqiu, îro roja Duşemê, tekez kir ku hevkarîya navdewletî ya di warê rûbirûbûna guherîna keşûhewayê de, ji ber beşdarnebûna hinek dewletan di hewldanên piralî de, dê raneweste, û destnîşan kir ku xebatên navneteweyî yên derbarê keşûhewayê tevî astengîyan, dê berdewam bikin.
Ev daxuyanî di dema lidarxistina civîneke hukûmî de li Brukselê hat, ku Çîn, Yekîtîya Ewropayê û Keneda tê de beşdar bûn, ligel nûnerên Yaban, Awistralya û Başûrê Afrîkayayê, bi mebesta amadekirina lûtkeya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Keşûhewayê ya bê.
Ev civîn di demekê de hat ku Amerîkayê careke din vekişîna xwe ji Peymana Parîsê ya Keşûhewayê ragihand, û ev yek bû cihê tirsa alîyên cîhanî; tevî ku alîyên navneteweyî yên din tekez kirin ku ew ê pabendî peymanê bin.