Waşington-SANA
Zanayên li Laboratuwara Niştimanî ya Oak Ridge ku ser bi Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê ye, teknolojîyeke hesabkirinê ya pêşketî pêş xistin. Ev teknolojî di bikaranîna zîrekîya destkird a di warê çandinîyê de werçerxaneke girîng e, ji ber ku raveya wêneyên gîyayan bileztir dike û di heman demê de bikaranîna bîrdanka kompîturê (RAM) pir kêm dike.
Lêkolîneran dîyar kir ku ev pêşketin astengîyeke sereke li pêşîya pêvajokirina wêneyên “hîperspektral” radike. Ev wêne bi sedan dirêjahîyên pêlên ronahîyê tomar dikin û agahîyên hûr derbarê tenduristîya riwekan û şîyana wan a li berxwedana li dijî stres û nexweşîyan -berî ku nîşanên dîtbar derkevin- pêşkêş dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev destkeft alîkarîya zanistvanan dike ku taybetmendîyên jîyanî bipîvin, û ev yek di çarçoveya destpêşxerîyên berfirehtir ên Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê de tê ji bo yekkirina zîrekîya destkird di lezkirina vedîtinên zanistî de.