Pekîn-SANA
Akademya Çînî ya Teknolojî, Agahdarî û Têkilîyan ragihand ku telefonên mobîl ên ku bi teknolojîya nifşê pêncem (5G) dixebitin, di sala borî de %86.9 ji tevahîya barên telefonên mobîl di bazara Çînî de pêk anîn.
Ajansa nûçeyan a Xinhua ji zarê Akademyê di raporekê de ku îro Duşemê derbarê performansa bazara telefonên mobîl a Çînê ji bo sala 2025an weşandiye, dîyar kir: “Tevahîya barên telefonên mobîl di bazara Çînî di sala borî de gihîştiye 307 mîlyon yekeyan, ku ji wan 266 mîlyon telefon ji kategorîya nifşê pêncem (5G) ne.”
Ev zêdebûn giringîya ku hikûmeta Çînî dide teknolojîyan nîşan dide, û berdewamîya hewlên wê ye ji bo avakirina mezintirîn û berfirehtirîn tora pêwendîyan a nifşê pêncem (5G) li cîhanê.