Sîdney-SANA
Hikûmeta Awstralyayê ragihand ku zêdetirî 4.7 mîlyon hesabên nûciwanan li ser platformên medyaya civakî hatine girtin, piştî bicîanîna qanûna qedexekirinê ya ku nahêle ew nûciwanên di binya 16 salan re van platforman bi kar bînin.
Serokwezîr Anthony Albanese ev encam wekî “cihê hêvîyê” bi nav kirin û destnîşan kir ku ev gaveke girîng e ji bo parastina ciwanan ji girêdana bi amûrên dijîtal, her weha ji sivkatîpêkirina li ser medyaya civakî rizgar dibin.
Tevî vê “serkeftinê”, pispor hişyarîyê didin ku dibe hinek kes ji bo şikandina qedexeyê serî li hesabên sexte bidin. Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan banga şopandina bandorên derûnî yên vê biryarê kirin.
Ji alîyê xwe ve, platformên wekî “TikTok” û “Instagram” dest bi bikaranîna zîrekîya çêkirî kirine da ku temenê bikarhêneran piştrast bikin.
Ev gava Awstralyayê di asta cîhanê de wekî mînaka yekem tê qebûlkirin ku armanc jê kêmkirina metirsîyên dîjîtalîyê ye yên ku rojbiroj zêde dibin, tevî ku rayedar mukur tên ku di qonaxên destpêkê de pêkanîna qedexeyeke tam zehmet e.