Waşington-SANA
Kompanya teknolojîyê ya Amerîkî Apple li ser afirandina amûreke nû bi şêweyê derzîdeqeke zîrek ji bo kincan dixebite ku bi zîrekîya destkird tê piştgirîkirin. Mezinahîya vê amûrê wekî amûra “AirTag” e û tê de kamerayên piralî, dengmezinker, mîkrofon û taybetmendîya barkirina bêhêl hene.
Amûra nû bi dijwarîyeke mezin re rûbirû ye ji bo îqnakirina bikarhêneran bi feydeya wê, xasma piştî têkçûna hinek berhemên mîna “Humane AI Pin”. Pispor di wê bawerîyê de ne ku serkeftina her amûreke zîrekîya destkird a ku tê lixwekirin, bi şîyana wê ya karkirina serbixwe ve girêdayî ye, bêyî ku hewcedarîya wê ya herdemî bi girêdana telefonê hebe.
Tê pêşbînîkirin ku ev amûr di destpêka sala 2027an de li bazaran peyda bibe. Şirovekar dîyar dikin ku ev pêngava Apple pêngaveke wêrek e, ji ber ku Apple bi nêzîkatîya xwe ya hişyar di pêşxistina berheman de tê naskirin, nemaze piştî ezmûna berçavkên “Vision Pro” ku serkeftina xwestî bi dest nexist.