Laziqîye-SANA
Polîsên Laziqîyê, wekî temamkirina prosedurên qanûnî yên ji bo vegera wan a bo jîyana sivîl, radestkirina nasnameyan ji bo kesên ku pêvajoya lihevkirinê pêk anîne, berdewam dikin.
Serokê Beşê Polîsên El-Remel a Bakur, Elaa El-Dîn Birîmo, tekez kir ku radestkirina nasnameyan bi kom berdewam dike; bi armanca tevlêkirina sûdvêrgiran di nav civakê de û hêsankirina karûbarên wan ên hikûmî, tevî misogerkirina birêveçûna proseya radestkirinê bi awayekî hêsan.
Mustefa Ra′î (yek ji wan kesên ku lihevkirinê ew li girtine) kêfxweşîya xwe li hemberî hevkarîya berçav a ku vegera wî ya bo jîyana asayî hêsan kirîye dîyar kir, û bal kişand ser ku wî îro nasnameya xwe wergirtiye piştî ku yekser piştî bidawîbûna prosedurên lihevkirinê daxwaznameyek pêşkêş kiribû.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê ji 24ê Cotmeha borî ve, bi rêya wergirtina daxwazên radestkirinê li hemû beşên polîsan ên li parêzgehê, dest bi radestkirina qertan kirîye.




