Mosko-SANA
Pisporên laboratuvara stêrnasîya rojê li Enstîtuya Lêkolînên Esmanî ya ser bi Akademya Zanistî ya Rûsyayê ragihandin ku rûyê erdê dê bibe şahidê bahozeke tîrêjdar a pir bi hêz ku gihîştîye asta S4, û ev yek di nêzîkî 25 salên borî de bûyera herî bi hêz a bi vî rengî ye.
Pisporan bal kişand ser wê yekê ku kêmbûna çalakîya rojê bi giştî, şirovekirina vê bûyerê zehmet dike; lewma wiha bawer dikin ku ev yek encama rasthatineke kêmpeyda be.
Bahozên tîşkdar ên rojê ji wan dîyardeyan e ku girêdayî çalakîya rojê têne hesibandin. Ev bahoz ji ber derketina pirtikên (zereyên) barkirî yên xwedî enerjîya bilind, bi taybetî protonan, ku ji encama tîrêjên rojê yan teqînên girseyî yên taca rojê (CME) çêdibin, pêk tên.