Ottawa – SANA
Firokevanekî berê yê şirketa “Air Canada” rûbirûyî tometên tawanbarîyê dibe, piştî ku wî di dema nêzîkî 17 salan de bi dehan hezar rêwî bi moleta firokevanîyê ya sexte veguhastine, di rûdaneke ku mîna rûdanên fîlmên sînemayê hat pênasekirin.
Li gorî tiştê ku tora “CNN”ê duh Sêşemê veguhastiye, polîsê Kanadayê firokevanê berê Jeffrey Wool di yekê vê meha Hezîranê de girt, piştî lêkolînên ku dîyar kirin ku wî di navbera salên 2009 û 2025an de zêdetirî 900 geştên navxweyî û navdewletî ajotine, bêyî ku moleta firokevanîyê ya pêwîst bi dest bixe, yan jî ezmûnên mecbûrî derbas bike.
Cîgirê serokê polîsê herêma Peel, Nick Milinovich di konferanseke çapemenîyê de li parêzgeha Ontario dîyar kir ku ev doz “wisa xuya dike ku ji senaryoya fîlmekî hatibe girtin”, û destnîşan kir ku tometbar ji bo salên dirêj postê kaptanîyê bi rê ve biriye, û firokeyên ji cûreyê Boeing 767, 777 û 787 ajotine, û di wê heyamê de mûçeyekî ku nêzîkî 3 mîlyon dolarên Kanadayî tê texmînkirin wergirtiye.