Wașington-SANA
Kompanya Google pakêteke nû ya amûr û pîvanên li ser bingeha zîrekîya destkird (AI) ragihand, ku armanca wan pêşxistina ezmûna kirîna elektronîk û veguherandina makîneya lêgerînê bo platformeke înteraktîf e ku bikarhêneran rasterast bi firoşgeh û markeyên bazirganî ve girê dide.
Her wiha kompanyê amaje pê kir ku guhertoyên bê dê îmkanên pêşketîtir bi xwe re bînin, ji wan perwerdekirina alîkar bi bikaranîna daneyên firoşgehan, û derfeta temamkirina kirînên rasterast bi rêya axaftinê (chat).
Ev pêngav di çarçoveya meyleke zêde ya kompanyên teknolojîyê yên mezin de tê ji bo tevlîkirina teknolojîyên zîrekîya destkird di nav bazirganîya elektronîk de.