Santiago-SANA
Stêrnasên ji Çavdêrgeha Vera Rubin li Şîlîyê vedîtina gerstêrkoka (asteroid) herî bilez a ku li dora xwe dizîvire di Pergala Rojê de ragihandin. Ev vedîtin bi bikaranîna Çavdêrgeha Vera Rubin a li Şîlîyê hat encamdan.
Seroka lêkolînê li laboratûwara “NOIRLab”ê Sarah Greenstreet dîyar kir ku ev gerstêrkok ji madeyeke pir saxlem û hevgirtî ya mîna kevirên req pêk tê, berevajî piranîya gerstêrkokên din.
Ev vedîtin di çarçoveya yekemîn daneyên çavdêrîyê yên Çavdêrgeha Vera Rubinê de hat. Çavdêrgeha Rubin ku li çîyayê Cerro Pachon li bakurê Şîlîyê ye, wekî yek ji projeyên stêrnasîyê yên herî pêşketî û nûjen li cîhanê tê hesibandin.