Paytextên Cîhanê-SANA
Di serdemekê de ku leza guherînê tê de her ku diçe bilindtir dibe, û tê de gelek hûrgilîyên jîyanê vediguherin şêwazekî dîjîtal, tiştên kevn hîn jî amadebûna xwe ya taybet li nik mirovan diparêzin; nola wêneyekî kaxezî, pirtûkeke kevn, kelûpelên kevnar, yan her perçeyekî kelepûrî ku reng e nirxekî xwe yê bilind jî tunebe, lê ew bîranîn, ezmûn û hestên weha dihewînin ku ne tenê wek ku tiştekî mirov be.
Girêdana bi van tiştan ve hewcedarîyeke mirovî ya kûr ji bo parastina parçeyekî ji raborîyê û vegerandina hestên girêdayî qonax û ezmûnên berê şênber dike. Ji ber ku ev mal û milk hestê berdewamî û girêdanê didin xwedîyên xwe di cîhanekê de ku hûrgilî tê de bi lez diguherin, loma ew dibin mîna pirên ku dema niha bi bîranînan ve girê didin û çîrokên şexsî û malbatî diparêzin ku alternatîfên nûjen nikarin cihê wan bigirin.
Lêkolînerên derûnnasîyê dibînin ku hesreta raborîyê ne tenê daxwaza vegera bo demeke berê ye, belkû dikare bibe rêbazek ku hestê girêdanê û wateyê dide mirovan, nexasim di serdemên guherîn yan nearamîyê de.