Reqa – SANA
Parêzgeha Reqayê, Êvara îro Çarşemê, giştînameyek belav kir û tê de hat ku: “Ji ber şert û mercên keşûhewayê yên niha û ji bo parastina ewlehîya xwendekaran û kadroyên perwerdeyê, sibe Pêncşemê 29ê Çirîya Pêşîn a 2026an, li hemû dibistanên parêzgeha Reqayê betlane ye.”
Rêveberê Perwerde û Hînkirinê li parêzgeha Reqayê Xelîl El-Îbrahîm, di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re îro Çarşemê, tekez kir ku: “Ji encama bandora barana zêde û rabûna lehîyan li kolan û taxan, û ji bo parastina ewlehîya şagirt û xwendekarên dibistanên bajarê Reqayê, sibe Pêncşemê betlaneya fermî ye.”