Sîngapûr – SANA
Lêkolîneke nû ya zanistî nîşan dide ku werziş dikare bibe alîkar ji bo kêmkirina hin guherînên xaneyî yên girêdayî pîrbûna masûlkeyan; ev yek bi rêya bihêzkirina şîyana xaneyan a ji bo avêtina proteînên hilweşîyayî û parastina hevsengîya di navbera çêkirina proteînên nû û saxlemragirtina şaneyên masûlkeyan de pêk tê.
Ajansa nûçeyan a “Sputnik”ê di raporeke xwe ya duh Şemîyê de ragihand ku ev kar ji alîyê lêkolînerên Koleja Bijîşkî ya Duke-NUSê ve bi hevkarîya Nexweşxaneya Giştî ya Sîngapûrê û Zanîngeha Cardiffê hatiye kirin û encamên wê di kovara Akademya Niştimanî ya Zanistan a Amerîkayê (PNAS) de hatine weşandin.
Di lêkolînê de genekî bi navê “DEAF1” wekî yek ji wan sedeman hatiye dîyarkirin ku ligel mezinbûna temen, dibe sedema qelsbûna şîyana masûlkeyan di nûkirina xwe de.
Encaman da zanîn ku bilindbûna asta vî genî dibe ku çalakîya rêyeke xaneyî ya bi navê “mTORC1” zêde bike; ev jî hevsengîya di navbera çêkirina proteînan û avêtina yên xerabûyî de têk dide û dibe sedema komkirina proteînên zîyandîtî di nava xaneyên masûlkeyan de, ku ev rewş şîyana masûlkeyan a ji bo xwenûkirinê û çalakbûnê lewaz dike.
Zanyaran eşkere kir ku çalakîya laşî dikare bibe alîkar ji bo daxistina asta genê “DEAF1” û pêkanîna hevsengîyeke çêtir di karê rêya “mTORC1” de; ev jî piştevanîyê dide proseya çakkirina xaneyan û alîkarîya masûlkeyan dike ku erkên xwe bi awayekî saxlem biparêzin.
Her wiha wan bal kişand ser rola proteînên “FOXO” di rêkxistina van proseyan de û gotin ku kêmbûna çalakîya wan bi çûyîna temen re rê li ber têkçûna hevsengîyê di nava xaneyên masûlkeyan de vedike.
Ev taqîkirin li ser mêşên fêkîyan û mişkên bitemen hatine kirin û derketiye holê ku guhertina asta genê “DEAF1” bandoreke rasterast li ser hêza masûlkeyan û hevsengîya proteînên wan dike; ev jî derî li ber lêkolînên paşerojê vedike da ku îmkana bikaranîna van rêbazan li ser mirovan jî bê lêkolînkirin.