Paytext-SANA
Gerstêrka Erdê di 2yê Tebaxa 2027an de dê bibe şahida dîyardeyeke stêrnasî ya kêmwêne, ku ew jî girtina rojê ya herî dirêj û tevahî ya di nava sedsalekê de ye. Ev girtina rojê ji sala 1991ê ve ya herî berbiçav e û dê heta sala 2114an careke din li ser bejahîyê çênebe.
Girtina rojê dê li herêmên berfireh ên Bakurê Afrîkayê bi şêweyekî tevahî be, di heman demê de dê li Îspanya, Mexrib (Fas), Cezayîr, Tûnis, Lîbya, Misir, Erebistana Siûdî û Yemenê bi şêweyekî tevahî yan rêjeyî xuya bibe. Bajarê El-Eqserê yê Misirê wekî yek ji baştirîn cihên cîhanê ji bo şopandina vê bûyera bêhempa tê hesibandin.
Pisporên stêrnasîyê dîyar kirin ku heyv dê sêlika rojê bi temamî bigire, ku ev yek dê bibe sedema tarîtîyeke tîr û tevahî ji bo çend xulekan, di dîmenekî kêmpeyda de li ser rûyê erdê.