Waşington-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû eşkere kir ku hinar bi pêkhateyên bîyolojîk ên çalak dewlemend e, ku xwedî taybetmendîyên antîoksîdan û li dijî kulbûnê ye. Ev yek hinarê dike pêkhateyeke xwarinê ya girîng ji bo piştgirîkirina tenduristîya dil, rehên xwînê, mejî û pergala herisê.
Li gorî ku malpera tenduristîyê ya “Verywell Health”ê pêr ji lêkolînê veguhastiye, hinar pêkhateyên sereke dihewîne ku ya herî girîng “Punicalagin” e. Ev yek ji bihêztirîn antîoksîdanên siruştî tê hesibandin. Lêkolîn nîşan didin ku ev pêkhate dibe alîkar di kêmkirina tansîyona xwînê, baştirkirina asta kolesterolê, piştgirîkirina tenduristîya rûvî û kêmkirina kulbûnên di laş de.
Di lêkolînekê de ku ji alîyê tîmeke lêkolînê ve bi serokatîya Venkatakrishna Rao Jala ji beşa Mîkrobîyolojî û Îmunolojîyê û Navenda Penceşêrê ya Brown li Zanîngeha Louisville ya Amerîkî hat kirin û encamên wê di kovara zanistî ya “Nature” de hatin weşandin, dîyar bû ku perçebûna Punicalagin di nav laş de vediguhere pêkhateyeke bi navê “Urolithin A”.
Ev pêkhate roleke girîng di çalakkirina rêgehên jînwerî yên di hundirê rûvîyan de dilîze, ku beşdarî xurtkirina berbenda rûvîyan, piştgirîkirina çaksazîya şaneyan, zêdekirina mûkosa parastinê û xurtkirina sîstema berevanîyê dibe.