Pekîn – SANA
Serokê Çînê Xi Jinping û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, di hevdîtina xwe ya îro Pêncşemê de li Pekînê, tekezî li ser pêwîstîya bihêzkirina peywendîyên dualî û derbaskirina nakokîyên salên borî di rewşa navdewletî ya niha de kirin.
Ajansa AFPê, ji zarê Serokê Çînê ve ragihand ku wî ji rojnamevanan re gotîye: “Rewşa navdewletî ya niha aloz e.”
Her wiha, tekezî li ser girîngîya bihêzkirina diyalog û hevkarîyê di navbera welatê xwe û Keyaniya Yekbûyî de kir, ji ber ku herdu jî endamên daîmî yên Encûmena Asayişa Navdewletî û du hêzên aborî yên cîhanî ne.
Ji alîyê xwe ve, Starmer, got: “Nabe nakokîyên heyî bibin rêgir li pêşîya hevkarîyê. Çîn lîstikvaneke sereke ye li qada navdewletî û girîng e ku em pêwendîyeke kûrtir ava bikin ku rê bide berfirehkirina warên hevkarî û diyalogê li ser mijarên cuda.”
Ev serdan yekem serdana serokwezîrekî Brîtanyayê ye ji bo Çînê ji sala 2018an ve.