Sêûl-SANA
Tîmeke lêkolînê ya Zanîngeha Busan a Niştimanî li Koreya Başûr hişyarî derbarê belavbûna rêjeyeke mezin a tenên hûrik ên zêyandar da ku ji amûrên malê yên rojane derdikevin, nexasim di cihên girtî de.
Lêkolîneran di lêkolîna ku kovara «Science Alert»ê ya taybet bi lêkolînên zanistî weşandiye de dîyar kir ku hejmarek ji amûrên malê, di nav de amûrên biraştina nan (toasters), amûrên qelandinê yên hewayî (air fryers) û ziwakerên porê (sêşwar), trîlyon tenên hûrik belav dikin. Ev yek metirsîya rûbirûbûna mayinde zêde dike, nemaze li nik zarokan.
Her çend lêkolînê dabaşa bandorên tenduristîyê yên rasterast ên van tenên hûrik nekiribe jî, lê gelek lêkolînên berê rûbirûbûna wan bi gelek nexweşîyan ve girê daye; di nav de rebo (tengnefesî), nexweşîyên dil û demarên xwînê, bilindbûna fişara xwînê, şekir û nexweşîyên dîtir.