Sydney – SANA
Awistralya îro bi awayekî fermî dest bi cîbicîkirina biryara xwe ya qedexekirina ketina sinêleyên (mirahiq, cêhil) di bin 16 salîyê de bo nav malperên medyaya civakî kir. Ev gaveke pêşeng a cîhanî ye ku armanc dike wan ji girêdana bi platformên Instagram, TikTok û Snapchatê biparêze.
Platformên ku ev biryar wan li xwe digire, eger tedbîrên “maqûl (beraqil)” ji bo misogerkirina sepandina wê negirin, dê rûbirûyî cezayên darayî bibin ku digihîjin heta 28 mîlyon Euroyî.
Di vê çarçoveyê de, platforma “X”ê ku xwedîyê wê Elon Musk e, îro ragihand ku ew dê pabendî qedexeyê be û di daxuyanîyekê de got: “Ev ne bijarteya me ye, lê ew yek e ku yasaya Awistralyayê ferz dike.”
Her wiha, komeke ku mafê bikaranîna înternetê diparêze ragihand ku wan li pêşberî Dadgeha Bilind a Awistralyayê li dijî vê biryarê îtîraz kiriye.
Ev rêkar dikevin çarçoveya yasayeke nû de ku Hikûmeta Awistralyayê bi rêya wê hewl dide parastina sinêle û nûciwanan ji metirsîyên dîjîtal xurt bike. New Zelanda û Malezya jî plan dikin sînorên wiha ferz bikin.