Ottawa-SANA
Jineke Kanadayî, piştî bêhtirî deh salan ji jidestdana şîyana xwe ya meşê ji ber werimîneke di movika piştê de, bi saya heykelekî robotîk ê pêşketî yê ji kompanîya Kanadayî “Human in Motion Robotics”ê ve hatiye çêkirin, dîsa karî bimeşe.
Rojnameya Brîtanî “Daily Mail” ragihand ku Chloe Angusa (49 salî) bi bikaranîna heykelî bi navê “XoMotion”, ku bi 12 motorên elektronî çav li tevgera xwezayî ya laş dike û hevsengîyê diparêze, karî ji nû ve rabe ser pêyan û bimeşe.
Ev dahênan wekî pêngaveke giring di warê pêşxistina amûrên bijîjkî yên alîkar de ji bo kesên ku astengîyên tevgerê hene, tê dîtin. Ev amûr, rê dide tevgerên wekî rabûna ser pêyan, meşa pêş û paş û zivirîna li cih. Şirket niha dixebite ku taybetmendîya hilkişîna pêpelûkan li guhertoyên paşerojê zêde bike.
Amûr bi rêya destekî derve tê kontrolkirin û du bataryayên wê hene ku her yek heta 90 deqeyan kar dike. Pêwîst e bikarhêner berî bikaranînê şeş daniştinên perwerdeyê bibînin.
Kompanîya Kanadayî “Human in Motion Robotics” ji bo wergirtina rêdanên pêwîst li Amerîkayê testan didomîne, lê li hundirê Kanadayê dest bi firotina amûrê kiriye.